Anhui (çînî: 安徽 "Ānhuī") parêzgehek ku li herêma navîn a Çîn e. Ew li herêma rojhilatê Çînê, di navbera çemê Yangtze û çemê Huaihe da ye. Paytexta parêzgehê Hefei ye. Ew yek ji parêzgehên piçûk ên Çîn e.
Navê "Anhui" ji bajarên Anqing û Huizhou (naha Huangshan) tê. Kurtkirina ku ji bo Anhui tê bikar anîn "Wan" e. Ji ber ku berê welatekî bi navê "Dewleta Wan" li vir hatîye damezrandin, ev kurtkirin tê bikar anîn. Çîyayê Wan û çemê Wan li vê parêzgehê cih digire. Rûerdê parêzgehê 139.400 km² ye, di 2004an de hejmara niştecîhên parêzgehê digihe 64.610.000 kesî.